Di hevdîtina ku li ser telefonê hat kiri de Henîyye ji Mîrê Qatarê re got ku ji ber şewata ku pêk hat zirareke mezin pêk hat û şehîd û birîndarên wan hene.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin Mîrê Qatarê ji Henîyye re teşekkur kir û destnîşan kir ew ê ji bo qurbanîyên şewata en-Nuseyrat 2 milyon dolar alîkarî bike.
Henîyye ji ber alîkarîya ku dê bê kirin ji Mîrê Qatarê Şêx Temîm b. Hamed re teşekkur kir.
Di encama şewata ku li kampa en-Nuseyratê derket de 4 jê zarok, 3 jê pîrek tevde 10 kes canê xwe ji dest dan û 14 jê giran 57 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)