Agirbesta ku li Îdlîbê ket merîyetê heta niha nehat îhlalkirin

Li gorî agirbesta ku li serê lihevkirin çêbû her çi qas ne mayînde be jî divê temamê fealîyetên leşkerî bên rawestandin.

Ekleme: 06.03.2020 13:35:11 / Güncelleme: 06.03.2020 13:35:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pêvajoya agirbesta li Îdlîbê ya ku Tirkîye û Rûsya li serê li hev kiribûn doh êvarî dest pê kir.

Li gorî daneyên ku ji herêmê hatine wergirtin agirbesta ku li Îdlîbê ket merîyetê heta niha nehat îhlalkirin.

Lê belê tê diyarkirin li wan xalên ku ne di çarçoveya agirbestê de ne rageşî rû didin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn doh li Moskovayê di  warê de agirbestê de li hev kiribûn.(ÎLKHA)