Kesê ku pê re nexweşîya KOAHê hebû li Mekkeyê canê xwe ji dest da

Abdrrahman Akayê ku ji bo umrê ji Cizîra Şirnexê çûbû Mekkeyê qelbê wî sekinî û rehmet kir.

Ekleme: 06.03.2020 10:15:12 / Güncelleme: 06.03.2020 10:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Akayê ku pê re nexweşîya KOAHê hebû berî vê 2 heftîyan digel xanim û qîza xwe çûbû umrê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Akayê ku nexweş bû ji nişka ve qrîza qelb derbas kir û canê  xwe ji dest da.

Ji ber wefata Akayî xanim û qîza wî gelek zêde xemgîn bûn. Umrevanên li derdorê hewl dan xanim û qîza Akayî teskîn bikin.

Tê diyarkirin ew ê Akay li Mekkê bê definkirin.(ÎLKHA)

vidoe