Li Îdlîbê agirbest ket meriyetê

Pêvajoya agirbestê ya ku ji bo li Herêma Kêmkirina Rageşîya li Îdlîbê bê sepandin Tirkîye û Rûsya li serê li hev kir dest pê kir. Li herêmê heta wextên şeveqê jî tu pevçûn û şer pêk nehat.

Ekleme: 06.03.2020 08:20:05 / Güncelleme: 06.03.2020 08:20:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Moskovaya paytexta Rûsyayê hevdîtin kirin û di encama hevdîtina ku hat kirin de Tirkîye û Rûsya di warê sepandin agirbesta li Îdlîbê de mutabiq man. Agirbest ji doh êvarî seat 00.01î pê ve dest pê kir.

Li gorî lihevkirinê 6 km li bakûr û başûrê rêbeja  M4an  korîdoreke bi ewlehî bê tesîskirin.

Ew ê esasên xebitandina korîdora ewlehîyê  di navbera 7 rojan de ji teref Wezaretên Parastinê yên Tirkîye û Rûsyayê ve bên diyarkirin.(ÎLKHA)