Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 14 kesan

Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 14 kesan

Ekleme: 05.03.2020 16:09:29 / Güncelleme: 05.03.2020 16:09:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 31 kesên jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3 hezar û 14 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku di bin çavdêrîyê de ne daket 31 hezar û 870 kesan û heta niha 52 hezar kes û 45 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûne û ji xestê hatine derxistin.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku heta niha li Çînê bi vîrusê ketine derket 80 hezar û 270 kesan.(ÎLKHA)