Li Îranê dê vê heftîyê jî nimêja înê neyê kirin

Heftîya borî li Tahrana paytexta Îranê ji ber coronavîrusê nimêja înê hatibû betalkirin ku vê heftîyê ji ber ku coronavîrus belavî temamê welêt bûye li temamê parêzgehan nimêja înê hat betalkirin.

Ekleme: 05.03.2020 08:35:10 / Güncelleme: 05.03.2020 08:35:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Konseya Diyarkirina Polîtîkayên Melayên Înê yê Îranê Hecî Elî Ekberî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ekberî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, di bergeha micadeleya bi coronavîrusê de li temamê parêzgehan nimêja înê hat betalkirin.(ÎLKHA)