Li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 107an

Hat ragihandin li îtalyayê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 107an.

Ekleme: 05.03.2020 08:15:06 / Güncelleme: 05.03.2020 08:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û heta îro belavî 50 welatî bûye nêzî 93 hezar kesan xist bin tesîra xwe û li tevahîya cîhanê bû sedema mirina 3 hezar kesan.

Li Îtalyayê her ku diçe ji ber coronavîrusê rewş nebaştir û xirabtir dibe. Li gorî daneyên herî dawî 28 kesên din jî ji ber cornavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 107an.

Ji ber coronavîrusê mekteb û zanîngeh ji bo 2 heftîyan hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)