Li tevahîya cîhanê nêzî 90 hezar kes bi coronavîrusê ketin

Ji ber coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û li tevahîya cîhanê belav bû heta niha zêdetirî 3 hezar kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.03.2020 15:15:12 / Güncelleme: 04.03.2020 15:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Iraqê mirina ewil a ji ber coronavîrusê pêk hat.

Wezîrê Olîmpîyatê yê Japonyayê Seiko Hashimoto destnîşan kir ji ber coronavîrusê dê Olîmpîyatên Tokyoyê yên 2020an bên taloqkirin dawîya salê.

Parlementoya Ewrûpayê jî ji ber coronavîrusê 130 bernameyên ku dihat xwestin bên tertîpkirin betal kir.

Ji teref Alîkarê Serokê Meclîsa Îranê  ve hat ragihandin heta niha 23 parlmenter bi coronavîrusê ketine.

Li Erebistana Siûd, Urdun û Tunusê jî cara ewil waqiaya coronavîrusê hat tespîtkirin.(ÎLKHA)