Li Îdlîbê 2 leşker canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê destnîşan kir, di encama êrîşa ku li Îdlîbê hat lidarxistin de 2 leşker canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.03.2020 13:50:11 / Güncelleme: 04.03.2020 13:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama êrîşa ku ji teref rejîmê ve li Îdlîbê hat lidarxistin de 2 leşker canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha 3 hezar û 138 hêmanên rejîmê hatine bêtesîrkirin.(ÎLKHA)