Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 77an

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 77an û zêdetirî 2336 kesan jî bi coronavîrusê ketin.

Ekleme: 03.03.2020 15:20:13 / Güncelleme: 03.03.2020 15:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîriza Reîsîyê Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Reîsî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 77an û zêdetirî 2336 kesan jî bi coronavîrusê ketin.Heta niha 435 kesên ku bi coronavîrusê ketibûn ji xestê hatin derxistin.

Reîsî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi 23 parlementerên Îranî re coronavîrus hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)