Li Iraqê qeyrana hikûmetê: Allavî dev ji damezrandina hikûmetê berda

Piştî ku dengê pêewlehîyê dayîna hikûmeta nû cardin hat taloqdayîn re Muhammed Tevîq Allavîyê ku bi damezrandina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin destnîşan kir ew dev ji damezrandina hikûmetê berdaye.

Ekleme: 02.03.2020 13:45:10 / Güncelleme: 02.03.2020 13:45:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Allavî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ew xwestiye ku hikûmeteke ku ji xweseran pêk tê bidamezrîne; lê belê di vê pêvajoyê de zext lê hatine kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger min serê xwe li ber wan koman tewandibana ez niha serokwezîrê Iraqê bûm. Ez ji vê derê ji Serokomar Berhem Salih re dibêjim ku min dev ji wezîfeya damezrandina hikûmetê berda.”(ÎLKHA)