Li Koreya Başûr coronavîrus her ku diçe belav dibe

Di daxuyanîya ku îro ji teref Koreya Başûr ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi 594 kesên din re jî coronavîrus hatiye tespîtkirin.

Ekleme: 29.02.2020 13:25:12 / Güncelleme: 29.02.2020 13:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Navenda Astengkirin û Kontrola Nexweşîyan ve derheqê coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin bi 594 kesên din re jî coronavîrus hatiye tespîtkirin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin derket 2 hezar û 913 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin îro 3 pîrek ji ber coronavîrusê mirin ku hejmara mirîyan derket 16 kesan.(ÎLKHA)