Li Îdlîbê êrîş leşkerên Tirkîyê hat kirin: 33 leşker canê xwe ji dest dan

Rejîma Sûrîyê bi balafirên şer li Îdlîbê êrîşî leşkerên Tirkîyê kir, di encama êrîşa ku hat kirin de 33 leşker canê xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.02.2020 08:09:16 / Güncelleme: 28.02.2020 08:09:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Hatayê Rahmî Dogan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Dogan di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir di encama êrîşa rejîma Sûrîyê, li Îdlîbê 33 leşker canê xwe ji dest dan û 32 leşker jî birîndar bûn.

Dogan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir dermankirina nexweşan berdewam dike.(ÎLKHA)