Wezîrê Tenduristîyê: Li Bazîdê 18 hatin xistin karantînayê

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir kesên ku li Îranê çûbin Kum û Meşhedê dê 14 rojan bên xistin karantînayê.

Ekleme: 27.02.2020 14:20:17 / Güncelleme: 27.02.2020 14:20:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koca ji bo dîtina tedbîrên li herêmên li ser sînor hatine standin bibîne çû Agirîyê.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku li vê derê da de derbarê mijarê de destnîşan kir kesên ku li Îranê çûbin Kum û Meşhedê dê 14 rojan bên xistin karantînayê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji Derîyê Sînor a Gurbulakê 60 kes hatin Tirkîyê. Em wan kesên ku  bi rîskîn dişînin nexweşxaneya xwe ya li Bazîdê. Me 3 kesên din jî şand wê derê. Niha hejmara kesên ku hatin xistin karantînayê 18 e.”(ÎLKHA)