Li Îdlîbê 2 leşker canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin 114 hêmanên rejîmê hatin bêtesîrkirin.

Ekleme: 27.02.2020 08:09:18 / Güncelleme: 27.02.2020 08:09:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve ji ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; rejîma Sûrîyê êrîşa asîmanî bir li ser leşkeran û di encama vê êrîşê de li Îdlîbê 2 leşker canê xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bersiv hatiye dayîn êrîşa rejîmê û 114 hêmanên rejîmê hatin bêtesîrkirin.(ÎLKHA)