Avrupa Yetim Eli li Ugandayê li ser navên xêrxwazan qurbanan serjê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Avrupa Yetim Eliyê ku li çar alîyên cîhanê xebatên alîkarîyê dike û Ugandayê nêzî 100 qurbanên eqîqe, nezir û şikirê yên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re wekalet hat dayîn da serjêkirin.

Ekleme: 26.02.2020 10:55:30 / Güncelleme: 26.02.2020 10:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dildarê Avrupa Yetim Eli Nîzamettîn Aygan derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandayê tên kirin de daxuyanî da.

Aygan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê li Ugandayê didomînin û vêcarê xebata xwe ya alîkarîyê li Dibistana Kibuli Muslimê dane destpêkirin.

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew niha li mektebeke lê gelek xwendekar hene xebatên alîkarîyê dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê mektebê dersên Îslamî û fennî pêkve tên dayîn. Li vê derê 800 xwendekar hene û dersê dibînin. Me li vê derê qurbanên eqîqe, nezir û şikirê da serjêkirin. Nêzî 600 xwendekaran li êtîmxanê dimînin. Înşaallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.(ÎLKHA)