Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 16an

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur destnîşan kir hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketine derket 95an.

Ekleme: 25.02.2020 15:25:11 / Güncelleme: 25.02.2020 15:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cîhanpur di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 34  kesên din jî bi coronavîrusê ketine.

Li gorî daneyên ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatine belavkirin li tevahîya cîhanê heta niha 80 hezar kes bi cronavîrusê ketine ku ji van 2 hezar û 624 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)