Berdevkê Hareketa Cîhada Îslamî el-Berîm: Berxwedan muqtedîr e ku hêza îşxalê bişkîne

Musab El-Berîm di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir berxwedêr xwedî hêz in ku bersiv bidin êrîşên siyonîstên terorîst û di vî warî de di nav berxwedêran de hemfikirî heye.

Ekleme: 25.02.2020 10:50:11 / Güncelleme: 25.02.2020 10:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

El-Berîm di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew muqtedîr in ku gelê xwe li dijî êrîşên siyonîstan biparêzin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku îşxal hebe ew ê çalakîyên meşrû yên berxwedanê berdewam bikin. Tugayên Qudsê niha li qadê ne û xwedîyê hêza herbê ne.Niha em li dijî dijminekî bêwijdan micadele dikin. Lê berxwedaneke me ya bi hêz û gelê me yê ku li vê berxwedanê xwedî derdikeve heye.”(ÎLKHA)