Tugayên Quds: Ji ber sûîqestên ku li Mansûr û Selîm hat kirin me îşxalkeran bombebaran kir

Tugayên Qudsê ya ku şaxa leşkerî ya Hareketa Cîhada Îslamî ya Filistînê ji ber ku li Şamê Zîyad Mansûr û Selîm Ahmed Selîm hat şehîdkirin ew jî bi roketan îşxalkeran hedef girtine.

Ekleme: 25.02.2020 09:05:10 / Güncelleme: 25.02.2020 09:05:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Tugayên Qudsê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Bila dijmin bizanibe ku ew haritîyan bikin em amade ne ku bersivê bidinê.”

Ebu Hamzayê Berdevkê Tugayên Qudsê jî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ebu Hamza di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Li Şamê du mucahîdên me ji teref siyonîstan ve hatin şehîdkirin, divê siyonîst teqez bên sekinandin.”(ÎLKHA)