Tirkîyê ji ber coronavîrusê derîyên xwe yên sînorê yên Îranê girt

Ji ber tehdîda coronavîrusê bi qerara Wezareta Karên Hundir derîyên sînorê yên Îranê hatin girtin.

Ekleme: 24.02.2020 10:05:11 / Güncelleme: 24.02.2020 10:05:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Derbasbûnên ku ji Îranê ber bi Tirkîyê ve bi trên û wesayîtan bên kirin  hatin sekinandin. Seferên asîmanî yên navneteweyî jî bi yekalî ji bo demekî hatin rawestandin.Ango hatinên ji alîyê Îranê hatin sekinandin.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir doh ji ber ku bi 8 welatîyên Îranî re coronavîrus hat tespîtkirin destûr nehat dayîn ku derbasî Tirkîyê bibin.(ÎLKHA)