AFAD: Ji ber erdheja li Îranê li Wanê 254 xanî û 297 axur xera bûn

Hat ragihandin ji ber erdheja ku doh li Îranê pêk hat li Elbaka Wanê 254 xanî û 297 axur xera bûn û 694 avahî jî zirar dîtin.

Ekleme: 24.02.2020 09:25:11 / Güncelleme: 24.02.2020 09:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat  belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber erdhaja di mezinahîya 5.9an a ku li Xoya Kurdistana Îranê pêk hat de li Elbaka Wanê 254 xanî û 297 axur xera bûn û 694 avahî jî zirar dîtin.(ÎLKHA)