Îtalya dê ji Konferansa Lîbyayê re mazûvantîyê bike

Hat ragihandin Îtalya dê meha bê ji Konferansa Lîbyayê re mazûvantîyê bike. Ew ê di konferansê de agirbest û sepandina ambargoya çekan bê nirxandin.

Ekleme: 17.02.2020 10:25:11 / Güncelleme: 17.02.2020 10:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrên Karên Derve yên welatên ku di 19ê Çileyê de beşdarî Konferansa Lîbyayê ya li Berlînê bûn ji bo rewşa dawî ya li Lîbyayê binirxînin li Munîhê hatin ba hev.

Di civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê de qerar hat dayîn ku Îtalya ji civîna Lîbyayê ya ku dê bê lidarxistin re mazûvantîyê bike.

Hikûmeta Îtalyayê destnîşan kir ji bo çareserîya siyasî ew pêwendîyên xwe yên bi terefan re didomîne û bi Serrac û Hafter re hevdîtinan dikin.(ÎLKHA)