Amerîkaya îşxalker li Efxanistanê êrîş sîwîlan kir: 8 kes hatin qetilkirin

Amerîkaya îşxalker li rojhilata Efxanistanê bi balafiran êrîşî sîwîlan kir, di encama êrîşa asîmanî ya ku hat lidarxistin de 8 kes hatin qetilkirin.

Ekleme: 16.02.2020 10:40:12 / Güncelleme: 16.02.2020 10:40:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Amerîkaya îşxaler û emperyalîst bi balafirên şer êrîş bir li ser Druh Roda navçeya Nangarharê. Di enacama êrîşa asîmanî ya ku hat kirin de 8 kesên sîwîl hatin qetilkirin.

Tê diyarkirin di nav kesên ku hatin qetilkirin de zarokekî 4 salî jî heye.

Ji bilî êrîşa ku li Druh Roda navçeya Nangarharê hat kirin hêzên Amerîkaya îşxalker û hêzên hikûmeta Kabîlê li Gaznîyê di ser malên sîwîlan de girtin.

Di serdegirtinên ku hatin kirin de 2 sîwîl hatin desteserkirin.(ÎLKHA)