Seroka IMFyê derheqê coronavîrusê de daxuyanî da: “2 heftîyên li pêşîya me gelek muhîm in”

Seroka Fona Pereya Navneteweyî Kristalina Georgieva destnîşan kir şoba coronavîrusê ya nû ji bo aborîya gerdûnî “nediyareke” mezin e.

Ekleme: 15.02.2020 11:25:14 / Güncelleme: 15.02.2020 11:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kristalina Georgieva di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Çîna ku di destpêka sala 2000î de ji aborîya gerdûnî ji sedî 8 par distand îro ji sedî 19 par distîne û dû re wiha daxuyanîya xwe zêde kir “Ji bo em karibin aborîya gerdûnî muhafeze bikin divê em tedbîrên bi koordîneyî qebûl bikin.”

Georgieva di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew “nediyarîya” ji ber coronavîrusê vediguherê rewşa asayî  ku ew hêvî dike ji bo nedîyarîya heyî ji holê bê rakirin wezîrên malîyê û bankayên navendî werin ba hev.(ÎLKHA)