Herêma Loî Sona Vîetnamê ji ber coronavîrusê hat xistin bin karantînayê

Hat ragihandin herêma Loî Sona Vîetnama ku lê zêdetirî 10 hezar kes lê dijîn ji ber coronavîrusê hat xistin bin karantînayê.

Ekleme: 14.02.2020 15:15:12 / Güncelleme: 14.02.2020 15:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku li herêma çandinîyê ya li nêzî Hanoîyê payetxta Vîetnamê bi 6 kesan re coronavîrus hat tespîkirin li herêma ku lê bi dehan gund hene heta 20 rojan têketin û derketin hat qedexekirin.

Rayedaran destnîşan kirin coronavîrus cara ewil bi pîrekên ku ji bo xebatê ji Vîetnamê çûn Wuhanê hat tespîtkirin. Heta niha bi 16 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.(ÎLKHA)