Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hat girtin

Li Êlihê ji ber berfa ku ji doh êvarî ve dibare rêya 249 gundan û 281 gundikan hat girtin.

Ekleme: 14.02.2020 13:40:09 / Güncelleme: 14.02.2020 13:40:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo rêyên gundên ku girêdayê Gercews,  Hezo, Qubîn û Qebilcewza girêdayê Êlihê ne û rêyên wan hatine girtin bên vekirin xebat berdewam dikin.

Derbarê mijarê de ji teref Îdareya Taybet a Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belakvirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber berfa ku barîya 249 gundan û 281 gundikan hat girtin ku ji bo ev rê bên vekirin xebatên ku hatine destpêkirin bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)