Amerîka li Behra Ummanê dest danî li ser tekneya Îranê ya ku barê wê çek bû

Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkayê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew li Behra Ummanê dest danîne li ser tekneya Îranê ya ku barê wê çek bû.

Ekleme: 14.02.2020 08:25:12 / Güncelleme: 14.02.2020 08:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin leşkerên Amerîka yên ku di Keştîya Şer a Normandy USSyê de wezîfedar bûn di 9ê Sibatê de dest danîne li ser tekneyê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di tekneya ku hat bidestxistin de 150 heb mûşekên tanksavar ên bi tîpa Dehlawî ATGM ên ku malê Rûs in, 3 mûşekên malê Îranê yên ku ji bejayê ber bi asîmanê ve yên berdan, ekrana kontolkirina çekan a malê Îranê, wesayîtên bejayî û balafirên bêînsan û gelek perçeyên çekan hatin bidestxistin.”(ÎLKHA)