Berxwedana Filistînê: Em ji gefên Netanyahu natirsin

Komên berxwedanê yên Filistînê destnîşan kirin Netanyahu bi gefên ku dixwe dê nikaribe wan ji micadeleya bidestxistina mafên gelê Filistînê vegerîne û ew nikarin bi hêsanî ji heqê Xazzê derkevin.

Ekleme: 13.02.2020 13:40:13 / Güncelleme: 13.02.2020 13:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muşîr el Misrîyê ji pêşîvanên Hamasê destnîşan kir “Gef û tehdîdên Benyanîn Netanyahuyê serokwezîtê hikûmeta îsraîlê me natirsînin. Bi qasî îşxalkeran em jî girêdayê nirxên xwe ne. Ew ê bedela temamê ehmeqîyên xwe bi bi dijwarî bidin.”

Misrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew  gefên Netanyahuyê îşxalker qebûl nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê destûr nedin ku îşxalker li ser xwînên Filistînîyan bazarîyê bikin û şanoyekê tertîp bikin.  Netanyahû ji ber teşebbûsên xwe yên li hember gelê Filistînê dê bedelên giran bide ku ew  di jiyana xwe ya sîyasî de tu car bi vî awayî bedel nedaye.”

Xidir Hebîbê ji pêşîvanên Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînê jî diyar kir ew ê li dijî gefên Netanyahu serî netewînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gefên Netenyahu gelê me natirsîne û ew ê nikaribe me ji micadeleya me vegerîne. Lewra ev gel micadeleya dozeke muqeddes û mafên xwe dide. Siyonîstên terorîst îşxala xwe didomîne. Lê belê  ew ê koma berxwedanê yê Filistînê guh nede vê yekê û ew ê nîşanî wan bide ku ew ê nikaribin bi hêsanî ji heqê Xazzê derkevin.(ÎLKHA)