NY:Hejmara kesên ku li Sûrîyê koç dikin ji destpêka şer vir ve di asta herî jor de ye

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir hejmara kesên ku li Îdlîbê ji ber şer û pevçûnê di nav 10 heftîyên dawî de koç kirin ji hejmara kesên ku şerê navxweyî ya 9 salene zêdetir e.

Ekleme: 12.02.2020 13:40:14 / Güncelleme: 12.02.2020 13:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji meha kanûnê vir ve ji ber êrîşên ku Îdlîbê tên kirin pîrek û zarok jî di nav de zêdetirî 700 hezar kesî koç kirine ku ev hejmar li gorî daneyên berî niha hejmara herî zêde ye.

Li gorî beyanetên rayedarên Neteweyên Yekbûyî ger şer û êrîşên li Îdlîbê berdewam bikin ew ê 280 hezar kesên din jî ji herêmê koç bikin.(ÎLKHA)