Li dijî wan kesên ku li Xarpêtê li herêma erdhejê dizîyê dikin operasyon hat lidarxistin

Kesên şikdar ên ku hatine tespîtkirin li herêma erdhejê dizîyê kirine di encama operasyona ku hat lidarxistin de hatin binçavkirin.

Ekleme: 12.02.2020 08:40:13 / Güncelleme: 12.02.2020 08:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber îxbarên dizîyê yên ku hatin kirin ji teref Serdozgerîya Komarê ya Xarpêtê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li dijî 5 kesên şikdar ên ku hatine tespîtkirin li herêma erdhejê dizîyê kirine operasyona hat destpêkirin û 5 kes hatin binçavkirin.

Kesên bersûc piştî muameleyên li ewlehîyê hatin sewqkirin edlîyê û hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)