Zarokê malbata ku li Diyarbekirê ji bo lawê xwe nobed digirt teslîm bû

Huseyînê ku ji teref PKKê ve hatibû revandin û dê û bavê wî li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirt, li Mêrdînê teslîm bû.

Ekleme: 11.02.2020 11:30:13 / Güncelleme: 11.02.2020 11:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lawê Nîzamettîn û Aslixan Eşrefoglu ev bû 5 sal ku jê xeber nedihat standin. Dê û bavê Huseyînê ku teslîm bû di 6ê Sibatê de ji Erziromê hatibûn û beşdarî çalakîya li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê bûn.

Malbata zarokê ku ji PKKê revîya destnîşan kir, lawê wan dema ku li Stenbolê bû hatiye xapandin û ji teref PKKê ve hatiye birin serê çiyê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê dê û bav îro li Diyarbekirê zarokê xwe bibînin.(ÎLKHA)