Hamas ji bo fealîyetên li dijî “Peymana Sedsalê” peyama spasîyê weşand

Hareketa Dîrenîşê ya Îslamî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, temamê fealîyetê û hewldanên navneteweyî yên ku pên destek tê dayîn gelê Filistînê ji bo wan bi qedr û qiymet e.

Ekleme: 11.02.2020 09:40:14 / Güncelleme: 11.02.2020 09:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi van fealîyetan temamê projeyên ku pê gelê Filistînê tê hedefgirtin tên redkirin û dû re wiha hat gotin: “Li gelek welatên Îslamê û Ereban civak xwe berdan kolanan û ji Peymana Sedsalê re dijberî kirin ku ew ji wê xetereya ku ji ber sepanên projeyên siyonîst-Amerîka haydar in.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin çalakî, fealîyet û xwepêşandên ku ji bo Filistînê tên kirin destnîşan dikin ku ew ê planên ku derheqê doza Filistînê de tên kirin dê têk biçe û dû re wiha hat gotin: “ Bi van fealîyetên ku tên kirin alema Îslamê û yên Ereban tên ba hev ku ev yek ji bo doza Filistînê û gelê Filistînê tê kirin ku divê ev hatine ba hev bê mezintir û berfirehtir kirin.”(ÎLKHA)