Li Stenbolê “Mîtînga Mezin a Qudsê” dest pê kir

Mîtînga Mezin a Qudsê ya ku li Qada Yenîkapiya Stenbolê ji teref Partîya Saadetê ve tê tertîpkirin dest pê kir.

Ekleme: 09.02.2020 15:35:19 / Güncelleme: 09.02.2020 15:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gelek siyasîyên partî û sazîyên civakî yên sîwîl û bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Beşdarvanên ku hatin qadê alên Filistînê di destên xwe de girêtin û li ser navê Qudsê dirûşmeyan avêtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û gelek temsîlkarên partîyên siyasî jî beşdarî mîtîngê bûn.(ÎLKHA)