Li Diyarbekirê mîtînga “Quds A Me Ye” dest pê kir

Mîtînga “Quds A Me Ye” ya ku Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi deh hezar kes beşdarî bûn bi kelecaneke mezin dest pê kir.

Ekleme: 09.02.2020 14:35:11 / Güncelleme: 09.02.2020 14:35:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Qada Îstasyona Diyarbekirê bi hezaran kes kom bûn da ku plana şer û îşxalê ya ku ji teref Trumpê terorîst û îşxalker ve hat daxuyandin telîn bikin. Mîtînga ku bi hezarana kes beşdarî bûn ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve tê tertîpkirin.

Mîtînga ku ji bo Qudsê tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina silavdayînê ya mêvanên ku ji derveyî welêt beşdarî mîtîngê bûne berdewam kir.

Di mîtînga ku tê lidarxistin de kesên beşdarvan bênavber tekbîran avêtin û lenet li Amerîkayê îşxalker û siyonîstên terorîst anîn.

“Em ê dinyayê li siyonîstan bikin zindan”

Piştî axavtinên silavdayînê Serokê Platforma Qudsa Azad û Xazîyê Mavî Marmarayê Fîkrî Karavîl axavtinek kir. Karavîl di axavtina xwe ya ku kir de wiha got “Silav li ser temamê nebî û Pêxemberên  ku ji Hazretî Adem heta Muhammed li dijî siyonîstan micadele kirin, be. Silav li ser Hazretî Elîyê ku xwedî Zulfîqar e be, silav li Hazretî Omerê fatihê Qudsê be,

silav li ser mezinê me Selahaddînê Eyyûbî be, silav li ser Furkan Dogan û Elî Haydar Bengîyê ku şehîd bûn be. Kombûna me ya li vê derê bila li ber çavên we ne bê qedr û qiymet be. Lewra Pêxemberê me dibêje ‘Dema ku we nebaşî û munkeratek dît, wî munkeratî bi destên xwe, ger hûn nikaribin bi zimanê xwe û hûn bi zimanê xwe jî nikaribin bi qelbê  buxz bikin.’ Bi izna Xwedê ev civîna me heyama amadehîyê ye. Îro qeweta me heye ku em bi zimanê xwe biqêrînin. Ger îro qewet û derfeta me hebe ku em bi destên xwe midaxeleyî wan bikin, bi izna Xwedê em ê vê yekê jî bikin.  Xweda ecra cîhadê bide wan kesên ku xwestin werin vê derê, lê nikaribûn werin.”(ÎLKHA)