Ciwanîya Azad li Diyarbekirê bi 3 zimanan banga beşdarbûna mîtînga Qudsê kir

Şaxên Ciwanan a Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî ji bo mîtînga Qudsê ya ku dê li Diyarbekirê bê tertîpkirin xelkê vexwand.

Ekleme: 08.02.2020 14:40:15 / Güncelleme: 08.02.2020 14:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li dijî plana terorîst Donald Trumpê Serokê Amerîkayê eşqîyeyê kûrewî bertek hêj tên nîşandan. Mislimanên ku vê plana şer û îşxalê nas nakin ji bo bi şikleke girseyî beşdarbûn li mîtîngan bê kirin xebatên xwe bênavber didomînin.

Şaxên Ciwanan a Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê jî ji plana şer û îşxalê ya Amerîkayê îşxalker û siyonîstên terorîst re bertek nîşan da û  bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî ji bo mîtînga Qudsê ya ku dê roja yekşemê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve li Diyarbekirê bê tertîpkirin xelkê vexwand.

Di xebata vîdyoyê ya ku ji teref  Şaxên Ciwanan a Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê ve hat amadekirin de banga xwedîderketina Qudsê û beşdarbûna mîtîngê hat kirin.(ÎLKHA)