Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê dê beşdarî mîtînga Qudsê ya li Stenbolê bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam destnîşan kir ji ber vexwandina Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu ew ê beşdarî “Mîtînga Mezin a Qudsê” ya li Stenbolê bibe.

Ekleme: 08.02.2020 13:30:15 / Güncelleme: 08.02.2020 13:30:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê beşdarî mîtîngê bibe û bi axavtina xwe ya ku dê di mîtîngê de bike berteka xwe ya li dijî plana şer a ku bi navê “Peymana Sedsalê” tê binavkirin re nîşan bide.

Ew ê roja yekeşemê li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember û Cemîyeta Mustazafan ve, li Sakaryayê ji teref Yeniden Refah Partisi ve û li Stenbolê jî ji teref Saadet Partisi ve  ji bo Qudsê mîtîng bên tertîpkirin.

 “Li ser rûyê erdê mescîdê duyemîn a ku ji bo îbadetê hatiye înşakirin Mescîda Eqsa ye”

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir Quds meseleya hevpar a ummetê ye û dû re wiha got: “Dema ku em qala Quds û Mescîda Eqsayê dikin em qala mescîdeke ji rêzê û erdnigarîyeke Îslamê nakin. Li ser rûyê erdê mescîdê duyemîn a ku ji bo îbadetê hatiye înşakirin Mescîda Eqsa ye.  Bi heman awayî ji bo îbadetê, nimêjê, seferê mescîda sêyemîn e. Em bi vî çavî li Quds û Mescîda Eqsayê mêze dikin. Ev yek bes ne doza Filistînîyan e, doza hevpar a Filistînîyan e. Ji ber vê yekê her kî ji bo meseleya Quds û Mescîda Eqsayê bixebite ew ê ji bo ummetê xizmetê baş û xweş bike.”

 “Quds ji bo Mislimanan muhabbeta hevpar e”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li dijî wan kesên ku heqaretan nirxên Mislimanan dikin beşdarbûna mîtîngan gava ewil a avêtinê ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê derkevin kolanan û wan kesan telîn bikin. Belê dibe ku ev yek ne bes be. Lê belê ev yek jî gavek e. Em ê li dijî wan kesên ku heqaretan li Mislimanan dikin, li dijî wan komên ku îxanetî Mislimanan dikin vê yekê biqêrînin: Ummet dê qetîyen qebûl neke ku Mescîda Eqsa û Quds di bin pîyên siyonîstan de bieciqe.Em ê bi vê wesîleya mîtîngan vê peyamê bidin dinyayê û em ê ji her derê cîhanê biqêrînin ku Quds, muhabbeta hevpar a Mislimanan e. Ji ber vê yekê ez dixwazim ku gelê me beşdarî mîtîngên ku dê li Diyarbekir, Sakarya û Stenbolê bên tertîpkirin bibin.  Em dixwazin ku biqêrînin Quds hezkirin û muhabbeta hevpar a Mislimanan e. Em ji temamê gelê xwe dixwazin ku qadan tije bikin û planên îşxalê bi dengekî gur telîn bikin.”(ÎLKHA)