Ji Erdogan ji bo Selahaddîn Bahaddînê Sekreterê Giştî yê Yekgirtu peyama tebrîkê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku Selahaddîn Bahaddînê Sekreterê Giştî yê Partîya Yekîtîya Îslamî (Yekgirtu) di hilbijartin de cardin ji sekreterîyê hat hilbijartin wî tebrîk kir.

Ekleme: 08.02.2020 11:25:14 / Güncelleme: 08.02.2020 11:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de Erdogan ji ber ku kongreya partîyê bi şikleke serkeftî hat kirin kêfxweşîyên xwe anî zimên.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtina ku di navbera Erdogan û Bahaddîn de hat kirin de geşedanên dawî yên li Iraqê hat nirxandin û hat destnîşankirin ew li herêmê tesîskirina hizûr û îstîqrarê daxwaz dikin.

Selahaddîn Bahaddînê Sekreterê Giştî yê Partîya Yekîtîya Îslamî (Yekgirtu) di kongreya ku di 28ê Kanûna sala 2019an de hatibû lidarxistin de  cardin ji Sekreterîya Giştî re hatibû hilbijartin.(ÎLKHA)