Li Nevşehîrê otobusa rêwîyan qeza kir: 9 birîndar

Li ser 55emîn kîlometreya Rêbeja Kirşehîr-Kayserîyê otobuseke rêwîyan a ku ji kontrolê derket qeza kir.

Ekleme: 08.02.2020 11:15:12 / Güncelleme: 08.02.2020 11:15:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin qeza ji ber berfa ku zêde barîya pêk hat. Di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)