Li Tirkîyê serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê her sal 4,9 milyon kes ji ber nexweşîyên ku cixare ji wan re dibe sedem canê xwe ji dest didin. Li Tirkîyê jî serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin.

Ekleme: 08.02.2020 10:40:07 / Güncelleme: 08.02.2020 10:40:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di raporta ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatiey belavkirin de tê diyarkirin her sal 4,9 milyon kes ji ber nexweşîyên ku cixare ji wan re dibe sedem canê xwe ji dest didin. Tê diyarkirin ew ê ev hejmar disa sala 2025an de derkeve 10 milyon kesan. Li gorî agahîyan ji vê hejmarê 7 milyon dê bikeve para welatên mîna Tirkîyê yên ku hêj pêşveçûna xwe temam nekirine.

Tê tahmînkirin ku li dinyayê hejmara kesên ku tiryakîyê cixarê ne 1.25 milyar e ku ew ê ev reqem di sala 2025an de derkeve 1.6 milyar kesan. Li Tirkîyê hejmara kesên ku tiryakîyê cixarê ne 17 milyon kes e û serê seatekê 12 kes ji ber cixarê canê xwe ji dest didin.(ÎLKHA)