Wezîr Çavuşoglu: Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê destnîşan kir wehameta li Îdlîbê rewşa xwe diparêze û got, ew ê bi terefê Rûsyayê re hevdîtineke nû bê kirin.

Ekleme: 07.02.2020 15:05:12 / Güncelleme: 07.02.2020 15:05:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di daxuyanîya hevpar a ku bi Mîroslav Lajcakê Wezîrê Karên Ewrûpa û Karên Derve yê Slovakyayê re kir de derbarê Îdlîbê de nirxandinek kir.

Çavuşoglu di destpêka axavtina xwe de diyar kir “Ji bo dawî li wê felaketa însanî ya li Îdlîbê bê anîn çi ji destên me bê em ê bikin” û dû re wiha got: “Rejîmê êrîşî leşkerên me kir, 8 leşkerên me şehîd bûn. Me bi qet bi qet bersiv da êrîşê. Me helwesta xwe ya di vî warî de ji Rûsyayê ragihand. Hevdîtinên me yên bi Rûsyaya ku garantorê rejîmê ye re berdewam dikin. Serokomarê me berî vê 2 rojan li Putîn re hevdîtin kir.  Di encama vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku heyet werin ba hev. Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê.”(ÎLKHA)