Amerîka Qasim er-Rîmîyê Serokê El-Qaîde yê li Nîvgirava Ereban qetil kir

Di daxuyanîya ku ji teref Qesra Spî ve hat belavkirin de hat diyarkirin “Bi fermana Serok Donald Trump di encama operasyona ku hat lidarxistin de Qasim er-Rîmîyê Serokê El-Qaîde yê li Nîvgirava Ereban hat kuştin.”

Ekleme: 07.02.2020 12:05:23 / Güncelleme: 07.02.2020 12:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin Rîmî di salên 1990î de tevlî El-Qaîde bûye û li Efxanistanê digel Usame Bîn Ladîn xebatan kiriye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Rêxistina El Kaîde ya ku Nîvgirava Ereban li dijî Amerîka û hêzên me gelek êrîşan tertîp kiribû. Bi kuştina Rîmî  berjewendîyên me û muttefîkên me bi ewlehîtir bûn. Em ê wan kesên ku dixwazin zirarê bidin me bişopînin û wanan ji holê rabikin. Em ê bi vî awayî gelê Amerîka biparêzin.”(ÎLKHA)