Serokomarê Iraqê Mesûd Barzanî ziyaret kir

Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Malîyê yê Iraqê Fuad Huseyîn qebûl kir.

Ekleme: 06.02.2020 14:45:11 / Güncelleme: 06.02.2020 14:45:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Dezgeha Barzanî ve hat belakirin, li Pîrmama Hewlêrê di navbera Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê û  Serokomarê Iraqê Berhem Salih de hevdîtinek hat kirin. Wezîrê Malîyê yê Iraqê Fuad Huseyîn jî beşdarî hevdîtinê bû.

Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa siyasî ya Iraqê û dahatûya Iraqê hat nirxandin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di hevdîtinê de her wisa pêwendîyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de jî hatin nirxandin.(ÎLKHA)