Li gorî daxuyanîya ku ji teref Dezgeha Barzanî ve hat belakirin, li Pîrmama Hewlêrê di navbera Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê û Serokomarê Iraqê Berhem Salih de hevdîtinek hat kirin. Wezîrê Malîyê yê Iraqê Fuad Huseyîn jî beşdarî hevdîtinê bû.
Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa siyasî ya Iraqê û dahatûya Iraqê hat nirxandin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di hevdîtinê de her wisa pêwendîyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de jî hatin nirxandin.(ÎLKHA)