Berî bê 2 rojan li Miksa Wanê di encama şapeya ku ketibû de 5 kes canê xwe ji dest da û 2 kes jî di bin şapeyê de man. Doh dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihat kirin şapeyeke din ket. Di encama şapeya ku ket de 33 kes canê xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn.
Ji tere Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve ji bo 33 kesên ku li Miksa Wanê di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan peyama tazîyê hat weşandin.
Saglam di peyama ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir “Ez ji bo wan xebatkarên alîkarîyê û temamê wezîfedarên me yên ku li Miksa Wanê di dema lêgerîn û rizgarkirinê de di bin şapeyê de man û canê xwe ji dest dan ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Xweda sebra cemîl bide nasên wan kesên ku canê xwe ji dest dane.”(ÎLKHA)
Van Bahçesaray’da çığ altındaki insanlarımızı kurtarmak için çalışırken ikinci bir çığ felaketiyle hayatlarını kaybeden tüm görevlilerimize, yardım çalışanlarımıza Allah’tan rahmet yaralılara acil şifalar diliyorum. Vefat eden insanlarımızın yakınlarına sabr-ı cemil diliyorum.