Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi şiklekî lezgîn bi rojeva Îdlîbê dicive

Di civîna ku dê îro bê kirin de pevçûnên di navbera Tirkîye û Sûrîyê de û pevçûnên li Îdlîbê pêk tên dê bên nirxandin.

Ekleme: 06.02.2020 10:55:10 / Güncelleme: 06.02.2020 10:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ew ê civîn ji raya giştî re vekirî bê kirin.

Tê diyarkirin ew ê Geîr Pedersenê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî di civîna ku dê bê kirin de konseyê derbarê mijarê de agahdar bike.

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya xwe ya ku roja sêşemê belav kiribû de destnîşan kiribû pêwîst e dawî li şer bê anîn.(ÎLKHA)