Li Wanê bi ser ekînên lêgerînê de şape ket

Li Miksa navçeya Wanê bi ser ekîbên lêgerînê yên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.

Ekleme: 05.02.2020 13:35:11 / Güncelleme: 05.02.2020 13:35:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez derbarê mijarê de destnîşan kir “Li ser ekîbên UMKE, AFAD û yên din ên ku ji bo 2 kesên di bin berfê de mane bên rizgarkirin xebatê dikirin de şape ket.”

Hat diyarkirin 25 kesên ku di bin şapeyê de man hatin derxistin û hatin rakirin nexweşxanê. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê  berdewam dikin.

Di encama şapeya ku li Miksa Wanê ket de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 7 kes hatibûn rizgarkirin û 2 kes jî di bin berfê de mabûn.(ÎLKHA)