Li Entabê 2 kes ji ber dûyê sobê canê xwe ji dest dan

Li Şahînbeya navçeya Entabê ji ber dûyê sobê 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.02.2020 11:45:12 / Güncelleme: 05.02.2020 11:45:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Beydîllîye Şahînbeya Entabê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku nasên Donne Alkurt û lawê wê Cuma Alkurt 2 rojan xeber ji wan nestandin bi alîkarîya kilîtçêker ketin hundir û dîtin ku her du nasên wan mirîne.

Di encama lêkolînên hatin kirin de hat tespîtkirin Donne Alkurt û lawê wê Cuma Alkurt ji ber dûyê sobê canê xwe ji dest dane.(ÎLKHA)