Saglam ji bo wan kesên ku li Wanê ji ber şapayê canê xwe ji dest peyama tazîyê weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku ji bo wan kesên ku li Wanê di bin şapayê de man û canê xwe ji dest peyama tazîyê weşand ji Xwedê ji bo kesên wefat kirin rehmet teleb kir.

Ekleme: 05.02.2020 11:40:05 / Güncelleme: 05.02.2020 11:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di şapaya ku Miksa Wanê ket de 5 kes canê xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 2 kes hêj di bin şapayê de ne.

Saglamê ku ji bo wan kesên di şapayê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand di peyama xwe de wisa got: “Ez ji Xweda ji wan kesên ku li Miksê di bin şapayê de man û canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo nasên wan jî sebrê cemîl teleb dikim. Xweda şifa bide wan kesên birîndar.”(ÎLKHA)