Klavuza serîlêdanê ya YKSê hat weşandin

Îmtîhana Sazîyên Perwerdehîya Bilind a 2020an dê di navbera dîrokên 20-21ê Hezîranê de bê tertîpkirin.

Ekleme: 05.02.2020 11:09:17 / Güncelleme: 05.02.2020 11:09:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê serîlêdanên YKSê di 6ê Sibata sala 2020an de dest pê bike û di 3yê Adara sala 2020an de bi dawî bibe. Serîlêdanên derengmayînê di 18ê Adarê dest pê bikin û dê di 19ê Adarê de bi dawî bibin.

Namzedên ku dixwazin serîlêdan bikin dikarin li ser înternetê ji malpera https://ais.osym.gov.tr yê dikarin serîlêdanên xwe bikin.

Ji bo her rûniştinekê îmtîhanê dê 70 TL heq bê standin.

Îmtîhana YKSyê ji 3 niştinan pêk tê: Testa Têrdarîya Bingeh, Testa Têrdarîya Qadê û Testa Zimanê Bîyanî.

Ew ê îmtîhana Testa Têrdarîya Bingeh di 20ê Hezîranê de, Testa Têrdarîya Qadê di 21ê Hezîranê de û Testa Zimanê Bîyanî jî di 21ê Hezîranê de bê tertîpkirin.(ÎLKHA)