Malbateke din a ku li ber avahîya HDPê nobedê digirt gihaşt ewladê xwe

Harun Açanê lawê Necla û Metîn Çîftçîyê ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirt ji PKKê revîya û teslîm bû.

Ekleme: 04.02.2020 13:45:06 / Güncelleme: 04.02.2020 13:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatiye revandin ev bû 155 roj ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê dikin. Harun Açanê lawê Necla û Metîn Çîftçîyê ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirt ji PKKê revîya û teslîm bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Harun Açan doh êvarî hat Derîyê Sînor a Xaburê ya li Sînora Şirnexê û teslîm bû. Harunê ku ji PKKê revîya û teslîm bû li Midûrtîya Ewlehîyê ya Diyarbekirê bi dê û bavê xwe re hevdîtin kir.

Digel Harunê ku teslîm bû hejmara kesên ku ji PKKê revîyan û teslîm bû derket 5an.(ÎLKHA)